1. aktrîsteka ecem a îranî.. li îranê ji ber ku xwe ji bo kovara fransî ya bi navê madame le figaro li dijî tundûtûjiya jinê ya li îranê nîv-tazî kiribû û memikên xwe yên bi qasê sêvsêvokekî bel û berdî berdî kiribûn têketina wê ya ji bo îranê hatibû qedexekirin û di nav civaka îranê de wek aşîfte nav pê ketibû.. di sala 1983an de li serbajarê îranê, tehranê hatiye dinyayê. di gelek fîlmên sînemayî de rol standiye lê zêdetir bi rola xwe ya di fîlma holywoodê ya bi navê body of lies ku tê de leonardo dicaprio û russell crowe jî rol standibûn nav daye.. wekê din di sê fîlmên kurdî de jî rol standiye; niwemang a bahman ghobadi, si tu meurs, je te tue û my sweet pepperland a hiner saleem.. xanim di fîlmên kurdî de bi soraniyeke gelekî xweş diaxive.. û di fîlma nîwemangê de jî di nav kiras-xiftanên kurdî de gelekî xweşik dixweya.. |
|
28.10.2013 15:18 |
endazer
|
2. strana bi navê hamash delam migire ku li gel mohsen namjoo distirê: û bi navê jostojouye sarnevesht straneka wê ya solo: vîdyoyê veke |
|
28.10.2013 15:24 |
endazer
|
3. li ber çavê min ji jinen ewropayî û amerîkî yên 15 kîlo meqyaj dikin û bi tişt miştên berradayî nav û deng didin pir û pir xweşiktir û balkêş e.. û hawê ez zanim 5 zimana zane. gelo meriv wê êdi çi bixwaze? * |
|
11.11.2014 11:33 |
rûbar payîz
|
4. Çendekê berê min fîlma wê a dawî extraction temaşe kir. Lîstikvanek serkeftî û bedew e. |
|
26.04.2020 22:51 |
kajav
|
5. çend fîlmên wê e hêja; |
|
27.04.2020 01:21 |
merwano
|
6. Lîstikvaneke xweşik e(-..-) min ew di filîmê my sweet pepperland da nas kir û di wî filîmî da lîstikvanîya wê jî serkeftî bû li gorî min. |
|
27.04.2020 17:15 ~22:52 |
xabûrî
|
7. xanima ku min bi fîlma les filles du soleil nas kir. min digot qey hema keçek jirêzê ye ji kurdên başûr an jî rojava, lê belê ji tirşikê hîn bûm ku him ne kurd e, him jî lîstikvanek hollywoodê ye. di wê fîlmê de lîstikvanîya wê ne xerab bû. |
|
27.04.2020 22:37 |
simurg56
|
murat bektaş [1] |
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |